HSDê li Dêrezorê 33 girtî berdan

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Dêrezorê 33 girtî azad kirin, ku tê gotin destê wan di kuştina xelkê de nebûye.

Di çarçoveya xwedîderketina li bangên rûspî û serokeşîrên Dêrezorê de, HSDê biryara berdana 33 girtiyan da.

Azadkirina wan girtiyan li ser daxwaza şêxên eşîran û rûspiyên Dêrezorê pêk hatiye.

HSDê kesên hatine azadkirin bi amadebûna rûspiyan radestî malbatên wan kirin.

Serokê Eşîra Igêdat Cemîl El-Hifil ji ber azadkirina wan girtiyan spasiya Rêveberiya Xweser kir û da zanîn, azadkirina wan kesan baweriya mezin a di navbera rêveberiya leşkerî ya herêmê û rûspiyan de nîşan dide.

Cemîl El-Hifil diyar kir, ew ne cara yekê ye ku HSD girtiyan berdide û pêştir jî HSDê gavên wisa avêtine. El-Hifil destnîşan kir, ew hêvî dikin di demên pêş de hin girtiyên din ên ku destê wan di kuştina xelkê Sûriyê de tune ye bên berdan.

Rûspiyê ji Eşîra Igêdat Necim El-Necris spasiya HSDê kir û got, berpirsyariya mezin li herêmê dikeve ser milê şêx û rûspiyên herêmê û ji bo parastina ewlehiyê divê piştevaniya xwe ya bo HSDê zêde bikin.