Li Meletiyê erdhej

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Şîro ya ser bi Meletiyê li Bakurê Kurdistanê bi pileya 4.6 erdhej çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand, îro erdhejek li parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê çêbûye.

Li gor AFADê, erdhej li navçeya Şîro ya Meletiyê çê bûye û hêza wê 4.6 pileyê rîxter bûye.

AFADê diyar kiriye, erdhej îro di saet 18:36an de û di kûrahiya 7.06 kîlometriya erdê de çêbûye.

Derbarê erdhejê zirar hebûye yan na de, ti zanyarî heta niha nehatiye zanîn.