Geştiyarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bo cejnê berê xwe dane Wanê

Hewlêr (Rûdaw) - Bi nêzikbûna Cejna Qurbanê û girtina dibistanan re geştiyarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji bo betlaneyê berê dane Wanê.

Deriyê Sînorî yê Kapikoyê ku bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê û parezgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê bi hev ve girê dide hejmareke zêde ya geştyarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di wî derî re hatine Wanê bo betlaneya xwe ya Cejna Qurbanê li wî bajarî derbas bikin.

Hemû hotêlên bajêr ji niha ve tije bûne û hotêlvan jî ji ber vê rewşê gelek kêfxweş in.

Xwediyê hotelê Yunus Yuksel got “Wan cihekî dîrokî ye, ji bo xatirê dîrokê mêvanê wê gelek in. Hem ji nav Tirkiyê hem ji Îranê, Iraqê, ji milê Kurdistanê gelek mêvanên me têne vê derê li otelan dimînin û li wanê digerin. Li Iraqê ji bo ku hewa germ e têne vê derê. Îran jî miletê 12 meh têne vê derê, havînê dema dibistanên wan dikevin betlaneyê zêdetir dibin tên betlaneya xwe li vê derê dikin.”

Bajarê Wanê, bi şûnwarên dîrokî û deverên xwe yên geştiyariyê navdar e. Di cejnên olî û Newrozê de mazûvaniya bi hezaran geştyarên Rojhilat, Herêma Kurdistanê, Iraq û Îranê dike. Geştyarên hatine bi roj digerin û bi şevê jî beşdarî şahî û ahengên li holên hotêlan tên sazkirin dibin. Ew behsa bedewiya Wanê dikin.

Geştyar Jiyan Behnamzede dibêje “Em xelkê Îranê ne. Em ji bo betlaneya cejna Qurbanê tên vir. Em turîst in. Wan şarekî gelek xweş e. Gola Wanê cihekî gelek cindî ye. Turîst gelek memnûn dimînin. Eger turîst bên vê derê bibînin dê gelek kêfxweş bibin. Di cejna qurbanê de dê vê derê gelek qelebalix be. Ez xelkê Rojhilat im ji Urmiyê me.”

Li gor amarên Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Wanê, di 5 mehên despêkê yên îsal de 137 hezar geştiyaran ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serdana Wanê kirine û tê çaverêkirin heta dawiya salê ev hejmar bigihe 1 milyon geştyaran. Di sala 2022an de bi giştî 609 hezar 963 geştyarên navxwe û derve serdana Wanê kiribûn.