Şaredariya Dêrsimê koroyeke Zazakî damezrand

18-06-2022
Ali Haydar Gozlu
Wêne: Elî Heyder Gozlu, Rûdaw
Wêne: Elî Heyder Gozlu, Rûdaw
Nîşan Dêrsim Koroya Zazakî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ji bo balê bikşîne ser zaravayê Zazakî yê Kurdî di bin banê şaredariyê de ev koroya stranan damezrandiye. Ciwanên Dêrsimê yên dixwazin di warê hunerê de xwe pêşve bibin navên xwe tomar kirine. Armanc ji ew e ku xelkê Dêrsimê zêdetir bala xwe bidin ser zaravayê Zazakî daku neyê jibîrkirin. Şaredarê Dêrsimê vê koroyê wek derfetekê li dijî qedexekirina konser û çalakiyên Kurdî dibîne.

Serokê Şaredariya Dêrsimê Mehmet Fatîh Maçoglu anî ziman, “Civaka Dêrsimê zimanê xwe ji bîr kiriye, em dixwazin li vê axê û welatên din mirov bi zimanê xwe biaxivin. Ji bo vê em hatin gel hev û em li vir ji her zimanî stranên gelêrî dibêjin. Li vê cîhanê em bi zimanê Kurdan, bi zimanê Lazan, Ereb û Hemşînî stranan dibêjin.”

Maçoglu her wiha got, “Stranên têne qedexekirin, her ziman ji bo me bi rûmet e. Hûn bi Tirkî, Kurdî, Zazakî çi dibêjin bêjin, bila her kes bi çand û zimanê xwe, xwe bîne ziman. Loma em tev li vir hatin cem hev, li Dêrsimê stranên xwe dibêjin.”

Bi taybet jinên Dêrsimê eleqeyeke zêde nîşanî koroyê didin û piraniya kesên beşdar jin in.  Ew vê koroyê bo xwepêşvebirinê wek derfetekê dibînin û ji gotina stranên bi zimanê xwe yê dayikê kêfxweş in.

Beşdarvan Naciye Turan got, “Dema me stranên bi Tirkî digotin, pir diecibandin lê dema me bi Kurdî digot, ji min re digotin cudaxwaz û bi çavekî xerab li min dinêrîn. Ev her tim ji bo min xerab bû.”

Hunermend Metîn Kahraman û Zeynep Kiliç jî vî  karê şaredariyê dikin. Di koroyê de ji bilî Zazakî bi çend zimanên din jî stran tên gotin.

Hunermend Zeynep Kiliç anî ziman, “Ji bo ku zimanê me winda nebe me ev kurs vekir, ji ber ku zimanê me ber bi windabûnê ve diçe û nayê axaftin. Zêdeyî salekê ye me li Şaredariya Dêrsimê ev kurs ava kiriye û berdewam dike. Em bi Kirmanckî, Ermenî û Tirkî stranên gelêrî dibêjin. Jin zêdetir bi koroya me re eleqedar dibin. Ez dibêjim me karekî baş kir.”

Ew rojane tên vê hola şaredariyê û bi serpereştiya mamosteyan bi gotina stran û kilamên Zazakî rahênanê dikin.  Mamosteyên wan dibêjin pêşveçûnek berçav a kesên beşdar heye.

Mamoste Ceren Aytaç got, “Bi rastî ez ji hevalên ku beşdarî koroyê bûne ne li benda performansek wiha bûm lê di encama xebatên rêkûpêk de, bi hewla wan û hevahengiyê karên baş derketin holê.”

Zaravayê Zazakî di lîsteyê Unescoyê ya zimanên di bin metrisiya jinavçûnê de ye. Şaredariya Dêrsimê bi çalakiyên wiha hewl dide rê li ber vê yekê bigire. Sala Derbasbûyî jî şaredariyê komeke koroya zarokan û komeke şanoyê ya bi zaravayê Zazakî damezrandibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst