Baroya Mêrdînê banga azadkirina 16 rojnamevanan kir

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Mafên Mirov a Baroya Mêrdînê bi daxuyaniyekê daxwaza azadkirina 16 rojnamevanên Kurd kir û got: “Girtina 16 rojnamevanan darbeyeke mezin e dijî mafê azadiya wergirtina nûçeyan ya welatiyan.”

Hêzên Ewlekariya Tirkiye 8ê Hezîrana 2022ê di çarçoveya lêkolîneke Serdozgeriya Komarî ya Amedê de li parêzgeha Amedê di operasyoneke hemwext de bi ser çend navnîşanan de girtibûn û 22 rojnamevan û karmendên çapemeniyê yên Kurd destserkiribûn.

Piştî temambûna karûbarên îfadeyê roja 16ê Hezîrana 2022ê Dadgeha Amedê derbarê 16 rojnamevanan de biryara girtinê da. Ev biryar ji aliyê gelek rêxistin, sazî, partiyên siyasî û nûnerên saziyên civaka sivîl ve hat şermezarkirin û karvedanên li ser vê yekê berdewam nin.

Herî dawî Komîsyona Mafên Mirov a Baroya Mêrdînê jî bi daxuyaniyekê nerazîbûna xwe li hember girtina 16 rojnamevanên Kurd nîşan da û daxwaz kir, ew rojnamevan demildest bên azadkirin.

Komîsyona Mafên Mirov a Baroya Mêrdînê amaje bi wê yekê daye ku mafê azadiya raderbirînê di yasayên navdewletî de bi awayekî eşkere hatiye parastin û dibêje: “Girtina 16 rojnamevanan darbeyeke mezin e dijî mafê azadiya wergirtina nûçeyan yê welatiyan .”

Komîsyona navborî di berdewamiya daxuyaniyê de banga azadkirina her 16 rojnamevanên Kurd jî dike û dibêje: “Em banga xwe ya demildest azadkirina wan rojnamevanên ku ji ber karê xwe hatine girtin, careke din dûbare dikin.”