Li Meletiyê şerê çekdarî: 2 kes mirin û 6 kes jî birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê di navbera xwediyê kargehekê û grupekê de şerê bi çekan çêbû û di encamp de 2 kes hatin kuştin û 6 kes jî birîndar bû.

Li gor agahiyan li taxa Yeni Hamam ya ser bi navçeya Battalgazî ji ber deynan di navbera xwediyê kargehê û grupekê de pevçûn derket û piştre şerê bi çekan çêbû.

Di encama şer de li cihê bûyerê 2 kesên bi navê Remzi Erşahin û Halil Ulutaş canê xwe ji dest dane û 6 kes jî birîndar bûne û bo nexweşxaneyên cûda hatine veguhestin.

Li gor agahiyan tîmên polîsan girêdayî bûyerê 5 kes desteser kirine û dest danîne ser 6 çekên ku di bûyerê de hatine bikaranîn.

Herwiha derbarê bûyerê de lêpirsîneke berfireh hat destpêkirin.