Tirkiyê 3 gencên Kurd ji bo Girê Spî dersînor kirin

18-06-2022
RÛDAW
3 gencên Kurd ji Tirkiyê ji bo Girê Spî hatin vegerandin
3 gencên Kurd ji Tirkiyê ji bo Girê Spî hatin vegerandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Sê gencên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê ji Tirkiyê ji bo bajarê Girê Spî hatin dersînorkirin û ji wir bi rêya qaçaxciyan xwe gihandine mala xwe li Qamişlo.

Ji berî zêdetir mehekê, 3 gencên Kurd ji Tirkiyê ji bo Girê Spî hatin vegerandin.

Hersê genc ji aliyê polîsên Tirkiyê ve li Mêrdînê girtî bûn û piştî demekê ku li Tirkiyê mane û peywendî bi wan re qut bûye, ew ji bo Girê Spî hatine dîportkirin û ji wir jî bi rêyên qaçaxçitiyê xwe gihandine Qamişlo.

Li gor zanyariyên Rûdawê ku ji malbatên wan wergirtine, du ji wan bira ne û yê din pismamê wan e, piştî nakokiyekê bi malbateke Tirk re, ev biryar di derheqê wan de hatiye dayîn û hatin dersînorkirin. 

Ev yek di demekê de ye ku Tirkiye, kar li ser cîbicîkirina planekê dike, ji bo vegerandina beşekî ji penaberên Sûrî, ku hejmara wan li wî welatî zêdeyî 3 milyon kesî ye.

Hikûmeta Tirkiyê di vî warî de, jêrxana herêmên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî amade dike. Êdî nexweşxane, dibistan, şaxên zanîngehên xwe, navendên tendirustî û xizmetguzariyê, herwiha komelgehên niştecîbûnê, li wan navçeyan damezrandine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst