Makîneyên genimdirûnê berê xwe dan Deşta Mezopotamya

Hewlêr (Rûdaw) - Li Deşta Mêrdînê ango Deşta Mezopotamya ya ku di hilberîna genim de xwedî pareke mezin e, îsal 1,5 milyon ton rekolteya genim tê pêşbînîkirin.

Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ku çandinî, sektora herî zêde ye, makîneyên genimdirûnê berê xwe dan zeviyên genim ên qedera 2 milyon dekarî û bi vî awayî dirûna genim dest pê kir.

Hilberînerên li Deşta Mêrdînê ji bo dirûnê makîne ji parêzgehên cîran jî anîn û her wiha hilberîner li bendê ne ku serê donimê 500 an jî 850 kîlogram genim hildin.

Genimê ku tê dirûn û li kamyonan tê barkirin, bo Navenda Bazirganiya Dan û Dexl a Qoserê tê şandin.

Kaya genim jî ji bo hilberîneran jî dahatek e û dê bi kamyonan bo deverên cuda yên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dişînin.

Haci Veysi Talayhan ku li navçeya Qoserê cotkariyê dike, diyar kir ku ew genim li zeviyên ku ji bav û kalan mane direşînin.

Talayhan bal kişand ku îsal di genim de pirsgirêk tuneye û wiha dewam kir, "Genim îsal pir rind e. Di zeviya xwe de ez serê donimê di navbera 500 û 850 kîlogramî de ber û berhemê distînim. Şikir pir baş e."

Operatorê makîneya dirûnê Erkan Çinar ku ji Amedê ji bo dirûnê çûye Mêrdînê jî diyar kir ku ew ligel germ û xubarê şev û roj dixebitin da ku karê cotkaran pêk bînin û her wiha sûdê bidin aboriya herêmê.

Serokê Komeleya Zexîrevana û Navenda Bazirganiya Dan û Dexl a Qoserê Mehmet Şerif Oter jî diyar kir ku makîneyên dirûnê bi kapasîteya tam dest bi dirûnê kirin.

Mehmet Şerif Oter diyar kir, rekolteya ku par milyonek û 200 hezar ton bû, îsal tê pêşbînîkirin ku 1,5 milyon ton be.