Serok Barzanî bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê: Divê gelê Kurd welatê xwe bicih nehêlin

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir û tekez kir ku divê gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê mal û navçeyên xwe bicih nehêlin.

Serok Mesûd Barzanî îro şemiyê 18ê Hezîrana 2022yan li navçeya Pîrmam a Hewlêrê Selahedîn pêşwazî li şandeke bilind a Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir.

Di hevdîtinê de rewşa Sûriyê bi giştî û rewşa Kurdan û dilgiraniya wan ji pêşeroja Kurdên Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin.

Şanda mêvan ji Serok Barzanî behsa hûrgilî û geşedanên herî dawî yên li ser rewşa gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û nîgeraniyên welatiyên Kurd li wê parçeya Kurdistanê kirin.

Serok Barzanî jî di civînê de têbînî û şîretên xwe yên li ser rewşa gelê Kurd pêşkêş kir û tekez kir ku divê welatî û ciwanên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê cih û welatê xwe bi cih nehêlin û xweragir bin.