HRRK 7emîn kongreya xwe lidar xist

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo yekrêzkirin û bihêzkirina rolê Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) hevgirtina rewşenbîran li Qamişlo kongreya xwe ya 7emîn lidar xist .

Welîd Bekir - Serokê HRRK “Cudahiyeke vê kongreyê heye ji ber ku ku bingeha me ya rewşenbîran bi giştî li Rojava berfirehtir bûye. Herwiha li HRRK jî endamên me zêdetir bûne. Hinek planên giring hene di vê kongreyê de bêne nîqaşkirin. Yek jê avakirina sîwaneke rewşenbîran ê li Rojavayê Kurdistanê, ya din jî bilindkirina asta çalakîyên wêjeyî û çandî di rojavade. Planên me hene nivîsgehan li Kobanê û Hesekê vekin.”

Ji bilî endamên Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) 70 rewşenbîr din amade bûn. Wan rewşenbîran tekez kir ku tekane pêjavoya serkeftinê ji rewşenbîran re ew e di yek sîwanê de bicivin, bîr û bûçûnên xwe bi lêv bikin

Gulal Kasanî Berdevkê YNKS “ya herî giring ku îro em dikaribin li Rojavayê Kurdistanê lêvegerek çê bibe. Ji bo standartkirina zimanê Kurdî û lêgevegerek ji bo zimanê Kurdî çê bibe

Nayif Cibêro Cigîrê Serokê YNKS “Li gorî min kesên nivîskar û rewşenbîr di vê dema klu em tê de derbas dibin, di vê dema hestiyar de erkê herî giran û mezin dikeve ser milên kesên nivîskar û rewşenbîr ku bi karibê bi rola xwe rabe û bandora xwe li kolana Kurdî bike.”

Beşeke mezin ya rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê derketine derveyî welat. Yên mayî jî negiyane astekê ku bandorê li pêşeroj û çarenivîsa deverê bikin, û çand û zimanê Kurdî li gorî asta pêwîst biparêzin.