Serok Barzanî: Derbasbûna ji rûbarê Arasê redkirina dagirkerî û bindestiyê bû

18-06-2021
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Serok Barzanî Rûbarê Arasê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Barzanî tekez dike, “Destana dîrokî ya derbasbûna Barzaniyê Nemir û hevalên wî ji rûbarê Aras redkirina dagîrkerî û bindestiyê bû.”

Serok Mesûd Barzanî di salvegera derbasbûna Mela Mistefa Barzanî û hevalên wî li rûbarê Arasê peyamek belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de amaje bi wê dike, “Îro heftê û çar sal di ser destana dîrokî ya derbasbûna Barzaniyê Nemir û hevalên wî li rûbarê Arasê derbas dibe. 18ê Hezîrana 1947an piştî pêncî û sê roj şer û derbasbûna ji tixûbên Îran, Iraq û Tirkiyê û rûbirûbûna artêş û çekdarên sê dewletan û vala derxistina gefên dijminan di rêyeke dûr û dirêj û dijwar de Barzaniyê Nemir û hevalên wî karîn ji rûbarê Aras derbas bibin û biçin axa Yekîtiya Sovyetê.”

Serok Barzanî tekez dike, “Ew destan rehendên neteweyî, dîrokî, siyasî û serbazî yên mezin hebû û bandoreke yekalîker li ser mayina doza rewaya Kurd ya li wê demê û li qonaxên paşerojê de bi cih hişt.”

Di dewama peyama Serok Barzanî de tê gotin, “Piştî rûxana Komara Kurdistanê li Mehabadê hemû hewlên dijminan ew bû ku dawiyê bi xebat û têkoşîna gelê sitemlêkirî yê Kurd bînin û îradeya mirovê Kurd bişkînin.”

Serok Mesûd Barzanî dibêje, “Lêbelê ew destana dîrokî da îradeya gelê me li ser plana dijminan serket û ew hat selmandin ku îradeya berxwedan û xwe bi dest ve nedan li nav gedeyên gelê Kurd de her dimîne û ew îradeye li hemû hêz û artêş û planek bihêztir e.”

Di dawiya peyama xwe de Serok Barzanî diyar dike, “Destana dîrokî ya derbasbûna Barzaniyê Nemir û hevalên wî ji rûbarê Aras redkirina dagîrkerî û bindestiyê bû û hêviya mayîn û xebatê di dilê gelê Kurd de bi zindî hişt.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst