Berdevka PYDê: Me û ENKSê li ser rewşa Efrîn û Serê Kaniyê jî li hev kir

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevka PYDê ragihand ku mijara beşdarbûna ENKS û partiyên din bo nav Rêveberiya Xweser, di qonaxên pêş de dê bê gotûbêjkirin û herwiha tekez kir ku wan û ENKSê li ser rewşa Efrîn, Serê Kaniyê û navçeyên din jî li hev kir.

Berdevka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sema Begdaş derbarê hevtêgihiştina aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê, ji Rûdawê re ragihand, ku PYD yek ji Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî ye û pêşwazî li destpêşxeriya Fermandarê Hêzên Sûryeya Demokratîk HSDê Mezlûm Kobanî kir.

Sema Begdaş amaje bi wê kir, di vê qonaxa dîrokî û hestyar de ev gava hevtêgihiştinê cihê kêfxweşiyê ye û û got, “Pêwîstiya me bi yekîtiya neteweyî heye, ji bo ku em destkeftiyên xwe, Rêveberiya Xweser û damezrandina HSDê biparêzin û xurtir bikin.”

Berdevka PYDê dibêje, “Pêwîstî bi rêkeftinê hebû, êdî qonaxa yekem jî gelekî girîng bû, lewma em dikarin li ser bingeha wê qonaxê hinek gavên din jî ava bikin” û diyar dike, “di qonaxa yekem de, hinek armancên stratejîk hebûn, nêrîna siyasî ya hevbeş di destûreke nenavendî demokratîk û pirreng de, pêk hat.”

Herwiha Berdevka PYDê li ser rewşa ew navçeyên ku niha ketine jêr destê grûpên çekdar û artêşa Tirkiyê û herwiha xelkê ji wan deveran koçber bûne jî got, “mijara welatiyên Efrîn û Serê Kaniyê û navçeyên din, hate gotûbêjkirin û lihevkirin li ser hate kirin.”

Derbarê qonaxa duyem de jî, Sema Begdaş dibêje, wê astengî hebin, lê ya girîng ew bû ku gav di qonaxa yekem de hat avêtin û ew ya herî girîng bû, ji bo pêkanîna baweriyê di navbera herdu aliyan de û tekez dike, “Eger di qonaxa duyemîn de jî pirsgirêk derkevin, herdu alî dê bi hev re çareser bikin.”

Berdevka PYDê dibêje jî, “Di qonaxa sêyemîn de, pêwîst e avakirina lêvegereke siyasî bê gotûbêjkirin, ku ji herdu aliyên ENKSê û Partiyên Yekîtiya Niştimanî pêk bê. Ew yek dê li ser bingeha Rêkeftina Duhokê be.”

Derbarê rêveberina Rojavayê Kurdistanê jî Sema Begdaş dibêje, “Beşdarbûna hemû aliyan, di nav de jî ENKSê, di Rêveberiya Xweser de, dê di demên pêş de bê gotûbêjkirin. Herwiha kar wê li ser nehiştina kêmasiyan bê kirin. Di nav de jî pirasên ewlehî, leşkerî wê bêne gotûbêjkirin.”

Herwiha Berdevka PYDê tekez dike ku ya girîng ew bû gava yekemîn bi vê rêkeftinê hat avêtin.

Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî  (PYNK) û Encûmena Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) duh, 17.06.2020, têkildarî danûstandinên Kurdî-Kurdî yên ji bo yekitiya neteweyî li Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyeke hevpar dan û ragihandin, ku “qonaxa yekemîn a danûstandinan bi dawî bûye û dê di rojên pêş de peymanek were îmzekirin."