Kurdistan: 12 pizîşk û karmend bi koronayê ketin

18-06-2020
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Silêmanî Nexweşxaneya Hîwa Coronavirus
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê Nexweşxaneya Hîwa li Silêmaniyê ji Rûdawê re ragihand, 12 pizîşk û karmendên tendirustiyê yê nexweşxaneya wan bi vîrusa Koronayê ketine.

Rêveberê Nexweşxaneya Hîwa, Dr. Dostî Necat got, piştî pişkinînan derketiye holê ku 3 pizîşk û 9 karmendên Nexweşxaneya Hîwa bi vîrusa COVID-19 ketine. Bi gotina Dr. Dostî Necat, vîrus ji nexweşxan ve bo wan pizîşk û karmendên tendirustiyê hatiye veguhastin.

Rêveberê Nexweşxaneya Hîwa herweha dibêje, hemû ew kesên li wê nexweşxaneyê bi Koronayê ketine genc in û piraniya wan jin in û niha ew kes hatine kerentînekirin. Dostî Necat diyar kir, “rojane pişkinîn ji wan kesan re tê kirin ku danûstandinan wan li gel aliyên din hene.”

Derbarê girtina Nexweşxaneya Hîwa ku taybet e bi nexweşên Penceşêrê, Rêveberê Nexweşxaneyê dibêje, ew bi rêya sê tîman bi awayekî berdewam kar dikin û tekez kir, ew nexweşxaneyê nagirin.

Li Silêmaniyê beşek ji pizîşk û karmendên tendirustiyê  bi sedema ku mûçeyên xwe wernegirtine, dest bi grevê kirine.

Duh Çarşemê di konferanseke rojnamevanî de, Rêveberê Nexweşxaneya Hîwa Dr. Dostî Necat ragihand, ew dê berdewam bin li ser xebat û karkirina xwe û got: “Heta pereyê hatin û çûnê bi me re hebe, em dê erkê xwe yê çareserkirina nexweşan berdewam bikin.”

Li gor amarên dawî yên Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê, heta niha li Silêmaniyê 1 hezar û 878 kes bi vîrusa koronayê ketine û 63 kesan jî canê xwe ji dest dane. Herwiha her ji destpêkê ve heta niha 648 kes ji nexweşên koronayê jî baş bûne.

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê, Dr. Saman Berzencî derbarê bêtir belavbûna vîrusa koronayê de çend caran hişyarî daye û dibêje, bi sedema ku welatî guh nadin rênimayiyan û pabend nabin, gefekî mezin li ser welatiyên herêmê heye û egera wê yekê zêde dibe, ku rêjeya mirinê li Herêma Kurdistanê bilindtir bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst