ROJAVA- Agir bi zeviyên 7 gundên Tirbespiyê ket

Qamişlo (Rûdaw) - Îro sêşemê, agir bi zeviyên heft gundên li rojhilatê bajarê Tirbespiyê yê li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ket.

 

Peyamnêrê Rûdawê li herêma Cizîrê ragihand, îro agir bi zeviyên gundên Girbikêl, Maşoq, Tokil, Babasî, Xwişênî, Elî Bedran û Girkê Xelo ketiye.

 

Bi gotina peyamnêrê Rûdawê, gundiyên her 7 gundan daxwaza hawarçûna bilez kirine.

 

Derbarê şewata li wan gundan de, Hevserokê Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser Selman Barûdo ji Rûdawê re ragihand ku komîteyeke hevbeş di navbera Desteya Çandiniyê û Asayişa Navxwe de hatiye avakirin.

 

Li gor Barûdo, ew komîte dê ziyanên şêwatan destnîşan bike da ku egera qerebûkirina cotkaran gotûbêj bike.