Nesîr Şemme: Konserta Bajarên Nêrgiz dê di bîra kesên beşdar de bimîne

Hewlêr (Rûdaw) – Li ser Kelha Hewlêrê, yek ji cihên herî kevn ên cîhanê ku her dem mirov têde jiyane û hêj jiyan têde berdewam e, çend hunermendên cîhanî bi rêya muzîkê peyama aştiyê digihînin hemû cîhanê.

 

Jenyarê navdar ê udê Nesîr Şemme ji bo ku bîrokeya Bajarên Nêrgiz cîbicî bike, li Hewlêrê ye.

 

Hejmarek hunermendên navdar ên cîhanî bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê, Balyozê Rêxistina UNESCOyê, Nesîr Şemme, Konserta Bajarên Nêrgiz saz dikin û muzîka Kurdî dijenin û li çend welatên din jî muzîk û çanda Kurdî dinasînin.

 

Nesîr Şemme ji Rûdawê re diyar kir: “Hemû jenyarên ku di vê nimayîşê de beşdar di amûrên xwe de zîrek in, ev nimayîş dê li kelha Hewlêrê were pêşkêşkirin û paşê dest bi gerek cîhanî bike dê here Londonê  û welatên din nimayîşa duyem û meha dehan di bin heman navî de Bajarên Nêrgiz û wê bi heman navarokê be jî nimayîş ne jenîna kelepûra Kurdî ye, lê belê ji muzîk û semayên Kurdî hatiye wergirtin herwiha ji meqam û notên wan hatiye wergirtin bi rastî ev çend meh in ez li ser wan kar dikim kesên ku wê konsêrtê hazir bibin dê di bîra wan de bimîne.”

 

Nesîr Şemme di amûra muzîkê ya udê de dahênan kiriye, lewma di vî warî de weke yek ji stûnên Rojhilat hatiye nasîn, jenyarên din ên Kurd konserta Nesîr Şemme weke derfeteke baş dibînin, bi taybetî jî di demekê de ku jenyarên din ên Kurd têde beşdar in.

 

Mamosteyê Zanîngehê Amanc Xazî dibêje: “Pêkanîna vê zemînê li Kurdistanê, karekî pîroz e. Birastî ez weke tiştekî baş dibînim û nasandina şûnwar û çanda zindî ya Kurdistanê ye bi çend çandên cuda ku dibin mêvanên vê derê. Ev karekî gelek baş e, di vê projeyê de divê hevkarî û hevahengiya li gel jenyarên Kurdistanê jî li gel be, li Kurdistanê çendîn jenyarên baş û pir efrandin hene ku dikarin di dema jenînê de beşdar bibin.”

 

Nesîr Şemme li çend welatên Erebî Mala Udê vekirine, ku ji bo fêrkirina jenîna udê dibistaneke taybet e. Nesîr Şemme xelkê bajarê Xaneqîn e û li Qahîreyê dijî, heta niha çendîn xelatên cîhanî û herêmî di warê jenîna udê de wergirtine, herwiha bi dehan car dahatên konsertên xwe di karê xêrxwaziyê de xerc kiriye û li seranserê cîhanê jî konsertên bi tenê û bi kom saz kirine.

 

Konserta Bajarên Nêrgiz 20:00ê şeva 20ê Hezîrana 2019an li ser Kelha Hewlêrê tê pêşkêşkirin û (ji bilî zarokên 12 salî biçûktir) her kes dikare tevlî konsertê bibe û bêberamber e.