Galeriya wêneyan

18-06-2019
13 Photos
RÛDAW

Amadekariyên hunermendên navdar ên cîhanî bo Konserta Bajarên Nêrgiz li hotel Rotana ya Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê dest pê kir.

Roja pêncşemî 20ê Hezîrana 2019ê, Tora Medyayî ya Rûdawê konserta Bajarên Nêrgiz li ser Kelha Hewlêrê, ku yek ji kevnartirîn cihên cîhanê ye ku bi awayekê berdewam mirov lê jiyaye û hêj jiyan têde berdewam e, ji komek hunermend û jenyarên navdarên cîhanê re saz dike.

Konsert di demjimêr 20:30ê şevê de destpê dike.

Di konsertê de, muzîkjenê navdarê cîhanê, Nesîr Şemme û çend hunermendên din dê bi rêya muzîkê peyama aştiyê bigihînin hemû cîhanê.

Nesîr Şemme dahênan di amûra Ûdê de kiriye û ji ber wê yekê jî wek yek ji stunên rojhilat di wî warî de hatiye naskirin.