Galeriya wêneyan

18-06-2018
22 Photos
Mihemed Şivanî

Hewlêr (Rûdaw) – Şeva yekemîn a Cejna Remezanê (15-06-2018) agir bi sûka taxa Kurdistanê ya Hewlêrê ket û di encamê de 120 dikan şewitîn.

 

Sûka şewitî di naverasta taxa Kurdistanê ye û nêzîkî 600 dikanên wê hene. Hate ragihandin, ku ji ber temasa di elektrîkê agir derketiye û di encamê de 120 dikan şewitîne, bi qasî 2 milyon dolar ziyan gihiştiye hemwelatiyan. Niha xwediyên dikanan li hêviyê ne hikûmet vê zirara wan qerebû bike.

 

Qaymiqamê qezaya navendî ya Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd ji Rûdawê re ragihand: “Beriya qeyrana darayî hikûmeta Kurdistanê dikariya bûyerên wiha qerebû bike û ziyanên welatiyan pêşwazî bike lê niha ev derfet nîne. Ji xwe cihê vê bazarê pir xirab e û em difikirin wê derê bikin baxçe.”