Galeriya wêneyan

18-06-2018
28 Photos
RÛDAW

AA – Bêhvnedana cejnê liv û tevger xistiye navçeyên geştiyarî yên Başûrê Kurdistanê. Di vê cejnê de jî kompanyayên geştiyariyê bi hezaran geştiyarên Ereb ji naverast û başûrê Iraqê veguhestin.

 

Yek ji cihê herî zêde geştiyaran serdan kir, herêma Hewraman a Helebceyê û bajarokê Ehmedawa bû.

 

Rêveberê Geştûguzariya Helebceyê Saman Kerîm ragihand, ku îsal ji salên borî zêdetir geştiyar hatine û got, ku bi deh hezaran geştiyaran serdana cihên geştiyarî yên Helebceyê kirine.