Angelina Jolie ji dayika Kurd re çi got?

Duhok (Rûdaw) – Balyoza Niyazpakiyê ya Neteweyên Yekbûyî Angelina Jolie careke din serdana bajarê Duhokê kir û çû Kampa Domîzê ku penaberên Rojavayê Kurdistanê lê dijîn.

 

Aktora navdar a Hollywoodê Angelina Jolie, ku di heman demê de Balyoza Niyazpakiyê ya Neteweyên Yekbûyî ye, serdana Kampa Domîzê kir û li gel sê malbatan hevdîtin pêk anî.

 

Jolie nehişt ti kes hevrêtiya wê bike û bi tenê çû nav çadirên koçberan û li gel koçberên Kurd axivî.

 

Ronya Mizgîn yek ji wan sê jinan e, ku Angelina Jolie çû mala wê û di heyama 40 xulekan de bi hevre axivîn. Ronya dayika 5 zarokan e û hevjîna wê di şer de canê xwe ji dest daye.

 

Bi gotina Ronya dema Jolie li cem wî çûye jê re gotiye, “Ez jî dayik im û pir baş ji rewşa te fam dikim.”

 

Ronya Mizgîn derbarê vê yekê de ji Rûdawê re got: “Ji min pirs kirk a ez çawa zarokên xwe xwedî dikim. Min jî got ti kesê min li van deran nîne, ti kes alîkariya min nake. Du zarokên min nexweş in. Min got înşallah Xwedayê mezin alîkariya van zarokên min bike.”

 

Jolie paşî serdana malbata Helîme Ebdullah jî kir. Helîme û 2 xwîşkên wê di şertên koçberiyê de karîn zanîngehê bixwînin. Lewma vê yekê bala Jolie kişand.

 

Helîmeyê got, ku wê destxweşî li wan kiriye, ku karîne di van şert û mercên zehmet de xwendina xwe serbixin û bidawî bikin.

 

Balyoza Niyazpakiyê ya Neteweyên Yekbûyî Angelina ev cara sêyemîn e serdana Kampa Domîzê dike lê vê care dûrê çavên kamerayan û bêyî hevrê bû.

 

Serdana berpirsên bilind ên Neteweyên Yekbûyî dilê koçberan jî xweş dike. Ji ber ku ew di wê baweriyê de ne ku dê bihatina wan dengê wan bigihe hemû cîhanê.