SÛR – Avahiyên li Sûrê tên çêkerin ne bi dilê xelkê ye

18-06-2017
SERKAN İNCE
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Xelkê navçeya Sûra Amedê dibêjin ku ti peywendî û eleqeya wan xaniyan nû tên çêkirin bi avahiyên kevn ên Amedê re tune ye.

 

Wezîrê Bajarvanî yê Tirkiyê Mehmet Ozhasekî seredana taxên wêranbûyî yê Sûra Amedê kir. Wezîr Ozhasekî xaniyên ku li van taxan tên çêkirin û pirojeyên din ên berdewam dike kontrol kir.

 

Li gor Wezîrê Bajarvaniyê xaniyên tên çêkirin li gor mîmariya kevn a xaniyên dîrokî yên Amedê ye. Lê li aliyê din jî kesên pispor li ser xaniyên dîrokî yên Amedê jî dibêjin ku ti eleqeya xaniyên tên çêkirin bi xaniyên taybet ên Amedê re tune ye.

 

Sal û nîv e ketin û derketina taxên Hasirli, Cemal Yilmaz, Savaş û Fatîhpaşayê yên Sûr a Amedê qedexe ye. Herçend hê wekî tax bên binavkirin jî ne tax mane ne jî kolan. Armanca seredana Wezîrê Bajarvaniyê çavdêriya xaniyên ku li şûna kavilan hatine çêkirin.

 

Mehmet Ozhasekî wiha got: "Her kar û xebatek ku em li vir dikin, li gor parastin û plana avahîsaziyê ye. Digel ew qas derew û gotegotan em li ser soza xwe ya roja yekem in. Xaniyên dîrokî yên Amedê tên çêkirin. Plana van xaniyan ne xeyalî ne. Li gor xêz û planên çend mîmar û endezyaran jî nehatiye çêkirin. Di encama lêkolîneke hûr a xaniyên dîrokî û klasîk ên Amedê de plana van xaniyan hatiye danîn."

 

Hîmê xaniyan di 4ê Çileya îsal de hatin avêtin. Niha beşek ji wan hatiye temamkirin.

 

Ne tenê li taxên wêranbûyê dê li taxên Lalebeg û Elîpaşayê jî xaniyên bi vî rengî bên çêkirin. Lê belê kesên ku ji xaniyên dîrokî yên Amedê baş agahdar in, dibêjin ku ti peywendî û eleqeya wan xaniyan bi avahiyên kevn ên Amedê re tune ye.

 

Serokê Komeleya Geştiyarî û Mûzîkê ya Amedê Kenan Aksû ji Rûdawê re wiha got: “Xaniyan li gor pirojeya di hişê xwe de çêdikin. Ev tiştek şaş û xelet e. Ji ber ku xanî û avahiyên Amedê xwediyê mîmariyeke taybet e. Xaniyên ku hatine çêkirin di warê mîmarî de di warê malzeme de jî ti eleqe û peywendiya wan bi xanî û avahiyên dîrokî yên Amedê re tune ye. Di xaniyên berê yên Amedê de beton tune ye. Kevirên reş wate kevirên bazalt hatine bikaranîn. Bi sedan sal e li ser piyan e. Lê temenê xaniyên betonarme sed sal e."

 

Li aliyê din Wezareta Bajarvaniyê ji bilî çêkirina xaniyan hinek pirojeyên din jî xistiye meriyetê. Yek ji projeya hawîrdor û peravên Çemê Dîcleyê ye. Ya din jî ji Dagkapê heta Çarşiya Şewitî çaksaziya kargehan e.

 

612 avahiyên dîrokî li nav Sûrê hene. Lewma her cor destwerdan vê dîrokê hinek din dihêrifîne û ji nav dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst