MINBIC – DAIŞî bi xebera Bexdadî têkçûn

18-06-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Minbic. Bedadî DAIŞ Operasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandeyên serbazî yên Encûmena Leşkerî ya Minbicê piştî ku nûçeyeyek derbarê kuştina Ebû Bekir Elbaxdadî de belav bû, behsa xurtibûna morala şervanên xwe dikin.


Fermandeyên serbazî yên Encûmena Leşkerî ya Minbicê (ELM), li gundewarê Helebê, behsa pêşketinên xwe dikin û nîşanê bi şikestin û lawazbûna morala çekdarên DAIŞê dikin.


Di derbarê vê yekê de fermandeyên Encûmena Leşkerî ya Minbic dibêjin eger nûçeya kuştina Elbexdadî rast be, êdî wê şikestina DAIŞê hêsantir be.


Fermandarê (ELM) Ednan Ebû Emced wiha got: “Eger nûçeya kuştina mezinê rêxistina DAIŞê Ebû Bekir Elbexdadî rast be, êdî ew serkeftinek e ji bo me û hemû aştîxwazan. Her ew lêdaneke xurt e li dijî çekdarên DAIŞê. Bexdadî mezinê wan e û plan û fermanên karên terorî dide wan."


Di heman çarçoveyê de, fermandeyên ELMê dibînin ku nûçeya kuştina Bexdadî dê bandoreke mezin li dijî berjewendiya DAIŞê li ser çekdarên vê rêxistinê dirust bike û morala wan çekdaran jî lawaz bike.


Berdevkê fermî yê Encûmena Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş jî wiha axaft:


"Kuştina her teroristekî destkeftiyeke mezin e. Eger ev nûçe rast be wê guşareke mezin li ser çekdarên DAIŞê dirust bike. Êdî wê ji me re hêsan be ku em wan têk bibin. Li gorî axaftinên pêwendiyên wan, ku em dibihîsin, ew ji hev belav bûne. Berî ku em bigihêjin wan xwe dikujin yan jî direvin. Me gelek ji wan girtin, ku xwe di nav sivîlan de vedişêrin û cilûbergên jinan lixwe dikin. Lê bi alîkariya sivîlan me ew girtin."


Encûmena Leşkerî ya Minbic, nûçeyên pêşketinên xwe li dijî DAIŞê radigihîne.


Ev yek di demekê de, bandoreke mezin li ser xurtkirina morala şervanên wan dike, bi taybetî piştî ku nûçeyek belav bûye, tê de hatiye gotin ku mezinê DAIŞê, Ebû Bekir Elbexdadî di êrîşeke ezmanî ya hevpeymanan de, li gundewarê Reqayê,  hatiye kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst