Barzanî ji pêşmergeyên xanenişîn dixwaze vegerin ser erkên xwe

 

Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek ji pêşmergeyên xanenişîn û cemawerên Kurdistanê re şand û tê de daxwaz ji hemû aliyekî kir ku bi berpirsiyarî piştgirî û alîkariya hêzên pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên asayişa Herêma Kurdistanê bikin.

Barzanî di peyama xwe de “ji ber vê rewşa niha ya li ser sînorê Herêma Kurdistan û Iraqê û ji bo bergirîkirin li milk û malên hemwelatiyên û parastina deskeftên gelê Kurdistanê daxwaz ji hemû aliyekî dike ku bi berpirsyarî piştgirî û alîkariya hêzên pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên asayişa Herêma Kurdistanê bikin”.

Mesûd Barzanî di peyama xwe de daxwaz ji hemû “pêşmergeyên qreman kir ku di qonaxa xanenişîniyê de ne bi mebesta piştgirîkirina hêzên pêşmerge û xwe amadekirin ji bo her egerekê têkiliyê bi wan cih û baregehan re danin ku berî niha tê de xizmeta gel û niştiman kirine”.

Ji bo vê mebestê jî, Barzanî dibêje ku “pêwîste wezareta pêşmerge û yekîneyên fermandariyan tedbîrên guncayî ji bo rêkxistin û pavekirina erkên wan pêşmergeyan bistînin”.

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha daxwaz ji cemawerên Kurdistanê kir ku “her kes li gor karînên xwe alîkarî û piştgiriya pêşmergeyên Kurdistanê bikin”.

Barzanî di peyama xwe de hemwelatiyên Kurdistanê piştrast dike ku “hêzên pêşmerge wek qonaxên berê yên xebata gelê me bi hêz û bi xwe baweriyekê amade ne bergiriyê li Kurdistanê bikin”.

Serokê Herêma Kurdistanê di dawiya peyama xwe de tekîd dike ku “bêguman paşerojeke geş li benda gelê Kurdistanê ye”.