MELETÎ - Cihê 6 kargehan dan Rêveberiya Ewlehiyê: 800 kes bêkar man

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Meletiyê dê cihê 6 kargehên tekstîlê bidin Rêveberiya Ewlehiyê.

Xwediyên wan kargehan, neçar bûne cihê xwe vala bikin û ji ber wê jî 800 karker bê kar mane.

Xwediyê kargehê Celalettin Zengin eşkere kir ku li navçeya Battalgaziyê 13 sal in, 6 kargehên tekstîlê li depoyên ku berê yên tûtinê bûne, wan karê tekstîlê dikir.

Niha bêyî cihek ji karsazan re bê nîşandan ji wan hatiye xwestin ku wan depoyan vala bikin.

Ew cih parêzgariya Meletiyê sala 2011an dabû karsazên tekstîlê.

Celalettîn Zengin li ser navê karsaz û karkeran daxuyaniyek da û amaje bi wê yekê da ku hemû hewldanan rayedaran pirsgirêka wan çareser nekiriye.

“Parêzgariyê ew cih dan me”

Xwediyê Kompanya Tekstîlê Celalettin Zengin got:

“Di sala 2011an de parêzgarê wê demê ew cih dan me. Nêzîkî 13 sal in 6 kargehan li vê derê kar dikir.

Nêzîkî 800 karker bi vî karî debara xwe dikin. Wekî hûn dizanin Meletî di nav herêma erdhejê de ye.

Piştî karesata sedsalê avahiyên nehilweşiyayî nemane yên mane jî ji xwe tejî ne.”

Celalettîn Zengîn behsa rêjeya bêkariya Meletiyê jî kir û wiha got:

“Niha li Meletiyê bêkarî zêde ye û niha jî dê 800 karker bêkar bimînin.

Ev jî dê bandorê li nêzîkî 3 hezar kesan bike lê ew dixwazin em avahiyê vala bikin.

Dibêjin cih dane Rêveberiya Ewlehiyê û dê ev der bê xirakirin û avahiyeke nû bê çêkirin.

Niha cihek nîne ku em kargeha xwe veguhêzin.

Em bi xwe ne di wê baweriyê de ne ku rewşeke awarte heye da ku cih bê valakirin û ew qasî karker bêkar bimînin.”