Li Başûrê Kurdistanê leşkerek mir

18-05-2024
RÛDAW
Nîşan Recep Kabala Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê Başûrê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku leşkerekî wan li devera “Operasyona Pençe-Pilingê” di qezayeke çekan de miriye.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, 17ê Gulanê li devera “Operasyona Pençe-Pilingê” leşkerekî wan ê bi navê Recep Kabala di qezayeke çekan de miriye.

Recep Kabala ji parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê ye.

Parêzgariya Erziromê jî ragihand ku Kabala di encama teqîna cebilxaneyê de miriye.

“Operasyona Penceyê”

Artêşa Tirkiyeyê ji sala 2019an ve rêze operasyonên xwe yên bi navê “Pençe” di nav axa Herêma Kurdistanê de dane destpêkirin.

Artêşa Tirkiyeyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKyê dest bi êrişeke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êriş heta niha jî berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst