Di topbarana ser Eyn Îsayê de 5 kes birîndar bûn

18-05-2023
RÛDAW
Nîşan Rojava Eyn Îsa Topbaran Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji ber topbarana hêzên Tirkiyê, li bajarokê Eyn Îsayê yê Rojavayê Kurdistanê 5 kes birîndar bûn.

Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wî welatî ve ji duh Çarşemê ve navçeya Eyn Îsayê ya li bakurê Reqayê û gundewarê wê bi giranî topbaran dikin.

Li gorî zanyariyan, hêzên Tirkiyê gundê Cideydê, Rêya Navdewletî ya M-4 û herwiha Kampa Penaberan a li Eyn Îsayê dane ber topan.

Di encama topbarana ser gundê Cideydê 3 welatiyên sivîl birîndar bûne ku 2 ji wan birayên hev in.

Navên kesên ku li wî gundî birîndar bûne, wiha ne: Mihemed Fewaz El Weka (18), birayî wî Mehmûd Fewaz El Weka (17) û Mihemed Salim Kemal (26) birîndar bûn.

Hatiye ragihandin kesên ku di topbaranê de birîndar bûne ji bo nexweşxaneyên Reqayê hatine veguhestin û rewşa wan baş e.

Gundê Cideydê bi 2 kîlometreyan dikeve rojavayê bajarokê Eyn Îsayê.

Li aliyekî din, medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser herwiha belav kiriye, ku artêşa Tirkiyê Kampa Eyn Îsayê jî topbaran kiriye.

Di topbarana ser wê kampê de jî 2 welatiyên din ên bi navê Mihemed El Belîx (30) û Mehmûd El Casim (35) birîndar bûne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst