Li Rihayê ji ber şerê zeviyê 5 kes birîndar bûn

18-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Girê Sor a ser bi Rihayê li Bakurê Kurdistanê ji ber nelihevkirina ser zeviyê de şerê bi kevir û daran derket û di encamê de 5 kes birîndar bûn.

Du malbatên li Taxa Gurakarê ku ji ber erd di navbera wan de neyartî hebû di demeke kurt de ketin qirika hev û bi kevir û daran li hev xistin.

Şêniyên taxê kirin hewar û tîmên tendûristiyê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Di şerê herdu malbatan de 5 kesên birîndar bûn û  bo Nexweşxaneya Dewletê ya Girê Sor hatin veguhestin.

Ekîbên cendirmeyan piştî şerê herdu malbatan li taxê tedbîrên ewlehiyê hilda.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst