Plasschaert ji partiyên Kurdistanî re: Di demeke kurt de ji bo hilbijartinan çareseriyekê bibînin

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê ragihand, hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê “gelekî dereng ketiye” û daxwaz ji aliyên siyasî dike ku di demeke nêzîk de li ser hilbijartinan bigihin rêkeftinekê û çareyekê ji pirsgirêkên encamnedana hilbijartinan re bibînin.

Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert îro Pêncşemê 18ê Gulana 2023an di civîna Encûmena Asayişa Navdewletî ya li ser rewşa Iraqê de ragihand, bi hewldanên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî alî vegeriyane danûstandinan û serokwezîr û cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê civiyan.

Jeanine Hennis-Plasschaert li ser Herêma Kurdistanê got, “Hêvîdar im aliyên siyasî derkevin pêş, nakokiyên xwe bidin aliyekî û ji bo berjewendiya gelê xwe kar bikin. Pêdaçûna dîrok û erdnîgariya Herêma Kurdistanê pêdiviya bilez a çareseriyeke aram a xurtir dike. Hilbijartinên Herêma Kurdistanê gelek dereng ketine. Paşxistineke din dê zirarê bide baweriya raya giştî.”

Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert di civîna Encûmena Asayişa Navdewletî de li ser rewşa Iraqê jî got, “Pêdivî pê heye ku aliyên siyasî tawîzan bidine hev.”