Li Dîlokê bi hinceta PKKê 3 kes hatin desteserkirin

18-05-2023
RÛDAW
Nîşan Dîlok PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, bi hinceta “PKK”ê 3 kes hatin desteserkirin.

Rêveberiya Ewlekariyê ya Dîlokê ragihand, bi serpereştiya Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê ji bo desteserkirina 3 kesan operasyon hat kirin.

Di operasyonê de bi hinceta “endamê PKKê” ne 3 kes hatin desteserkirin. Kesên ku hatine desteserkirin ji bo Rêveberiya Ewlekariyê ya Dîlokê hatin birin.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst