Heyva Sor a Kurd: Li Şehbayê ji ber dorpêça artêşa Sûriyê rewşa tendirustiyê xirab e

Hewlêr (Rûdaw) - Heyva Sor a Kurd a ser bi Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ve ragihand, li navçeya Şehbayê ya li bakurê Helebê ku kampên koçberên Efrînê lê hene, ji ber dorpêça artêşa Sûriyê rewşa sektora tendirustiyê xirab e.

Hevserokê Heyva Sor a Kurd li Şehbayê Hesen Nabo ragihand, ji ber dorpêça Firqeya 4 a Artêşa Sûriyê niha ew di rewşeke tendirustî ya pir xirab re derbas dibin,

Hesen Nabo dibêje, derman li cem wan gelekî kêm bûne, herwiha amûr û alavên pizîşkî yên pêwîst kêm bûne, ev jî di demekê de ku hejmara pizîşk û perstaran (hemşîreyan) jî kêm bûye.

Hevserokê Heyva Sor a Kurd li Şehbayê bang li aliyên pêwendîdar kir ku ji ber têkçûna jêrxan û sektora tendirustiyê li navçeya Şehbayê, pêwîstiya wan bi vaksînên nexweşiyên Laşmanya, harbûna kûçikan û pêvedana mar û dûpişkan heye.

Ji Tebaxa 2022an ve, Artêşa Sûriyê navçeya Şehbayê dorpêç kiriye û rê nade kelûpelên pêdivî bo navçeyên bên şandin. Ji ber wê dorpêçê jî sotmenî, elektrîk û derman gelekî kêm bûne buhayê wan jî gelekî zêde ye.