Erdogan û Kiliçdaroglu ji bo gera duyem çi amadekariyan dikin?

18-05-2023
Ferdî Sak
Xebatên hevpeymaniyan  bo gera duyem a hilbijartinan berdewam in
Xebatên hevpeymaniyan bo gera duyem a hilbijartinan berdewam in
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Erdogan Kiliçdaroglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hilbijartinên Serokkomariya Tirkiyê di 14ê Gulanê de yekalî nebûn û ew hilbijartin bo gera duyem man. Xebatên hevpeymaniyên Millet û Cumhur ku berbijrên wan di  gera duyem de jî rikaberiyê dikin ji bo bidestxistina postê Serokomariyê berdewan in.

Serokkomarê Tirkiyê û berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayîp Erdogan roja Çarşemê ligel berpirs û endamên partiya xwe civînek saz kir û  derbarê gera duyem a hilbijartinan de peyamek da dengder û alîgirên xwe.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan got: “Parastina ji sedî 49.5ê dengên ku me di gera yekem a hilbijartinên Serokkomariyê de  bidesxistine û ji destnedana yek ji wan dengan dê karê me yê sereke be. Ligel vê jî  em dê serdana mal û kargehên wan kesan bikin ku di 14ê Gulanê de dengê xwe dane berbijêrên din û piştevaniya wan bixwazin. Di gera duyem de jî wek her car  em dê soza xwe rasterast ji millet re bibêjin.”

Serokên 6 partiyên Hevpeymaniya Millet jî roja Çareşemê bi mêhvandariya berbijêrê xwe Kemal  Kiliçdaroglu li ser nexşerêya gera duyem a hilbijartinan li Enqerê civînek krîtîk saz kirin.

Beşek ji aliyên hevpymaniya Millet di 28ê Gulanê de piştevaniyeke xurt bo Kiliçdaroglu diyar dikin.

Berdevkê ÎYÎ Partiyê Kurşad Zorlu jî got: “Partiya me ji bo ku berbijêrê Hevpeymaniya Millet birêz Kemal Kiliçdaroglu di gera dûyem de bibe Serokkomarê me yê 13emîn, dê bi hemû hêza xwe li ser xebatê berdewam be. Em dixwazin tekez bikin ku hemû endam û alîgirên me dê 28ê Gulanê li ser sindoqan bin.” 

14ê Gulanê berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayîp Erdogan bi derdora 2 milyon û 520 hezar  ferqa dengan di pêşbaziya Serokkomariyê de li hember hevrikê xwe yê herî bihêz Kemal  Kiliçdaroglu bi rêjeya ji sedî 49.5ê dengan biserket û Kiliçdaroglu jî tenê ji sedî 44.8ê dengan bidestxistin.”

Berbijêrê Hevpeymaniya Atayê Sînan Ogan ku hevpeymaniya wî li ser bingehê nijadperestiyê hatiye avakirin bi ji sedî 5.1ê dengan hilbijartin bo gera dûyem hişt û niha jî  dengên xwe wek kilîla yekalîkirina  postê Serokkomariya Tirkiyê dibîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst