Bi Deriyê Pêşabûrê re bo Rojavayê Kurdistanê çi tên derbaskirin?

Hewlêr (Rûdaw) - Bi biryara Serok Mesûd Barzanî 6ê Çileya 2013an deriyê sînorî yê Pêşabûr ji aliyê Herêma Kurdistanê ve hate vekirin.  Weke deriyekî bazirganî û mirovî jî tê naskirin.

Deriyê Navdewletî yê Pêşabûr-Sêmlaka deriyekî sînorî yê giring ê di navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de ye, ji bilî armancên mirovî, deriyekî aborî yê girîng e bo Rojavayê Kurdistanê jî, ji ber ku %60 ji kelûpelên xwarinê yên wê parçeya Kurdistanê bi rêya vî deriyê sînor ve tên dabînkirin.

Kelûpelên sereke yên ji Herêma Kurdistanê bo Rojavayê Kurdistanê têne derbaskirin ev in:

Pêdawîstiyên elektrik û komputer û internetê, pêdawîstiyên makeup û ciwankariyê, televizyon, telefon û pêdawîstiyên wan, sarance, cilşo, gelek corên caw û pêlavan, xortûm (sonde), qablo, borî, peyn (semad), cilûbergên jin, zarok û zilaman, lîstikên zarokan, reçel û ava bacanan, çay, savar û birinc, eleminyom, keresteyên avakirinê, yedekên amûrên çandiniyê yên weke batoz û traktoran, zeyta otomobîlan, boyax, derî, refikên dukanan û çend tiştên din.

Berê jî şekir, hesin û çîmento di wî deriyî re derbas dibûn, lê vê dawiyê Deriyê Welîd li ber wan keresteyan hate vekirin, êdî bi rêya Pêşabûr – Sêmalka nayên derbaskirin.

Li beramber wê yekê jî, hinek kelûpel ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Başûrê Kurdistanê dibûn.

Kelûpelên sereke yên ji Rojavayê Kurdistanê bo Herêma Kurdistanê têne derbaskirin ev in:

Zeytûn û zeyta zeytûnan, penîr, hinek corên tirşeyê, milûxiyê, pez, bi taybetî berxên nêr, golik, hinek corên caw, hinek corên pêlavan.