Li ser Çemê Xazirê li nêzikî gundê Çeme ya ser bi navçeya Berdereş a parêzgeha Duhokê, şopînerên ola Sabiiyan (Mendayî) merasîma 'Pakbûna Zêrîn' li dar xistin.
Pakbûna Zêrîn duyemîn cejna herî mezin a Sabiiyan (Mendayî) ye ku di nav salekê de çar cejnên wan hene.
Şopînerên ola Sabiiyan (Mendayî) di cejnê de diçin qeraxên çem û dest bi nizayan dikin, berpirsên olî destên xwe datînin ser serê bawermandan û ava çem ser wan de dikin.
Ev 2 sal in ji ber Koronayê ev merasima olî nedihat lidarxistin, kesên ku beşdarî merasîmê bûne niha li Başûrê Kurdistanê dijîn.
Şopînerên ola Sabiiyan (Mendayî) yekxwedaperest in û bi Xwedê bawer dikin. Di wê rojê de ji Xwedê re duayan dikin û li ber Xwedê digerin. Hejmara wan nêzîkî 100.000 kesan e ku 60.000ê wan li Iraq û Herêma Kurdistanê ne.
Sabiî bi giranî li qeraxên çemên Dîcle û Feratê li herêmên jêrîn ên her du çeman, ango Elbetaye, Ehwes û Şetul Ereb û her wiha li bajarên El-Emere, Nasiriye û Besrayê dijîn.
Wêne: Bilind T. Abdullah