Kemal Kahraman sedema qedexekirina konserta wan a Mûşê eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermendên Kurd Kemal Kahraman derbarê qedexekirina konserên Mûşê de got, “Em hunermendên Kurd û Zaza, hunermendên gelên din her tim rastî zextên bi vî rengî hatine. Ev êdî bûye diyarde û weke rewa tê dîtin. Em niha nikarin di salonên fermî yên ti parêzgehekê de ji xwe re cihekê bibînin."

Hunermendên Dêrsimê Metîn û Kemal Kahraman li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandin ku konsera wan a li Mûşê ji aliyê walîtiyê ve hate hilweşandin.

Hunermendan di daxuyaniya xwe de wiha gotibû: “Konserta me ya roja Sêşemê 17ê Gulana 2022ê ji aliyê Parêzgariya Mûşê ve hatiye qedexekirin. Me berî hefteyekê amadekariyên xwe kirin û serlêdana fermî kiribû. Lê biryara qedexekirinê berî rojekê bi rêya telefonê ji bo me hatiye ragihandin. Bi vî awayî qedexekirina konsertê hem ji bo muzîkjenan hem ji bo guhdaran bûye sedema zirara hem madî û hem jî rûhî.”

“Em hunermendên kurd û zaza timî bindest bûne”

Kemal Kahraman ku beşdarî bultena Rûdawê bû, derbarê qedexeyê de daxuyanî da.

Kahraman diyar kir ku ew nikarin ji xwe re salonek peyda bikin û wiha got: “Dê ne rast be ku em vê yekê wekî tiştek ecêb ku tenê van rojan qewimiye nîşan bidin. Em hunermendên Kurd û Zaza, hunermendên gelên din her tim rastî zextên bi vî rengî hatin. Ev êdî bûye diyarde û weke rewa tê dîtin. Em nikarin di salonên fermî yên tu parêzgehekê de ji xwe re cîh bibînin. Me nekariye li tu cihên di bin kontrola qeymeqamtî û parêzgariyê de hunera xwe pêk bînin. Hemû saziyên dewletê li ber me girtî ne. Televizyon ji bo me tên girtin. Salonên dewletê ji me re girtî ne.”

“Em wekî hunermendên nelegal hatin hesibandin”

Kahraman bal kişand ser reftara li hemberî wan hat kirin û wiha got: “Wan wm wekî hunermendên nîvllegal dîtin. Weke ku axaftina bi kurdî û zazakî bi serê xwe rewşeke krîmînal nîşan didin.”

"Ev qedexe guhdarvanan jî mexdûr dike"

Derbarê qedexeyan de Kahraman wiha got: ““Sibê em dê li Êlihê bin, paşê li Mêrdîn, Amed û Edeneyê… Gerek me ya piçûk heye. Me amadekariyên xwe yên ji bo Êlihê temam kirin.  Em dê sibê bi balafirê biçin Êlihê. Hêj agahiyek nehatiye dayîn.”

Di berdewamiya axavtina xwe de hunermendê Kurd got: “Qedexekirinên bi vî rengî ne tenê mujîkjenan, herwiha guhdarvanan mexdûr dike. Ji bo konsera Mûşê bi sedan bilêt hatin firotin. Niha dîsa pere tê vegerandin... Ev qedexe herwiha li dijî guhdarvanan e. Ji ber vê yekê, guhdarvanên me jî gelek dilgiran bûne û ji rewşê aciz bûne.”

Çalakiyên Kurdî tên qedexekirin

Beriya sê rojan konserta hunermenda Kurd a navdar Aynur Dogan jî li navçeyeke parêzgeha Kocaeliyê  ji aliyê şaredariyê ve ku di destê AK Partiyê de ye, hatibû betalkirin.

Şaredariya Derînceyê li parêzgeha Kocaeliyê ya Tirkiyê roja 15ê Gulana 2022 di daxuyaniyekê de li ser Twitterê ragihandibû,  konsera hunermenda Kurd Aynur Dogan ku hatibû plankirin di 20ê Gulanê de li navçeya Derînceyê bê lidarxistin bi hinceta "ne guncaw e" hatiye betalkirin.

Ev qedexekirin bûbû sedema nerazîbûnê û li ser medyaya civakî hem ji aliyê partiyên siyasî û hem ji aliyê welatiyan ve piştgirî bo Aynur Dogan hatibû dayîn.

Herwiha Koma Stêrka Karwan dê di Şahiya Biharê ya Zanîngeha Eren a Bedlîsê de konserek li dar bixista, lê rêveberiya zanîngehê bêyî ti hincetekê diyar bike, konser ji bernameyê derxist û betal kir.

Şaredarîya Çayirova ya Kocaelî ya AKPê lîstika “Don Kixot” a Şanoya Bajêr ya Amedê, ku dê 28ê Gulanê bihata lidarxistin, asteng kir.