Birayekî 28 caran kêr li xwişka xwe da

18-05-2022
RÛDAW
Birayekî 28 caran kêr li xwişka xwe da
Birayekî 28 caran kêr li xwişka xwe da
Nîşan Jin Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Hewlêrê di 16ê Gulana 2022an de li bajarokê Ankawayê xortekî êrîşî xwişka xwe ya 23 salî kir û 28 caran ew kêr kir.

Zuleyxa Husên a 23 salî diyar kir ku wê hewl daye bireve û xwe rizgar bike, di destpêkê de kesî alîkariya wê nekiriye lê paşê çend kesan bi birayê wê girtine û wê jî xwe xilas kiriye.

Zuleyxa Husên giliya birayê xwe li polîsan kiriye û rêya yasayî daye destpêkirin. Zuleyxa destnîşan dike ku birayên wê gelek caran hewl dane ku wê bikujin, destpêkê xwestin bi demançe bikujin lê gule li lingê wê ket û cara duyemîn jî hewl dane ku wê bixeniqînin.

Zuleyxa Husên diyar kir ku pirsgirêkên wê û malbata wê di sala 2014an de di 15 saliya xwe de bêyî razîbûna bav û birayên xwe zewicî dest pê kir.

Kêşeyên Zuleyxa Husên berî heft mehan kûrtir bûn dema ku hevjînê wê ji ber zirarkirina di pereyên dîjîtal de xwe kuşt.

Zuleyxa Husên da zanîn ku tu pirsgirêkên wê bi hevjînê wê re nebûne lê xwesî û xezûrê wê ji ber xwekuştina kurên xwe, 4 mehan ew xistine girtîgehê.

Berdevkê Polîsê Hewlêrê Hogir Ezîz ragihand, derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û li ser birayê wê de jî biryara girtinê hatiye dayîn.

Zuleyxa Husên ji ber sedemên cuda 5 zarokên xwe ji dest dane û niha tenê zarokeke wê ya pênc salî heye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst