RIHA – Cotkarê li dijî danîna trafo derket hat desteserkirin

18-05-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xelîliyê ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, cotkarê li dijî danîna trafoyê elektrîkê derket, ji aliyê cendirmeyan ve hat desteserkirin. Herwiha 4 cotkarên din jî hatin desteserkirin.

Li gundê Yeşilkoy ê Xelîliyê Saziya Elektrîkê DEDAŞê bi hinceta qaçax e, xwest trafoyê elektrîkê ku ji bo avdaniya dexlûdan dihat bikaranîn bibe.

Cotkarê xwediyê trafo li dijî birina trafoyê xwe derket û nerazîbûn nîşan da. Li ser aloziyan hêzên cendirmeyan 5 cotkar desteser kirin.

Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Mahmut Tanal li ser hesabê xwe yê Twitterê vîdeoya desteserkirina cotkar parve kir û ragihand, mafê cendirmeyan nîne îşkencê li welatiyan bike.

Tanal got: “Mafê cendirmeyan nîne li welatiyan bide, gaza rondikrêj û ava şid bavêje û bi awayekî nebaş desteser bike. Divê demildest cotkar serbest bên berdan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst