Li Wanê qedexeya nêçîra masiyên Kefalê berdewam e

18-05-2021
RÛDAW
Nîşan Masiyên Kefal Wan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê xebatkarên rêveberiya çandinî û daristanan û hêzên ewlekariyê  15 ton û 200 kîlo masiyên kefal ku bi qaçaxî hatibûn nêçîrkirin, berdan nav avê û 4 kesên ku nêçîr kirine jî bi  7 hezar û 416 lîreyan ceza kirin.

Rêveberiya Kiştûkal û Daristanan ya Wanê  ragihand ku kontrolên wan ên li dijî nêçîra masiyên kefal ku di navbera  15ê Nîsan û 15 Tîrmehê de serdema zêdebûna wan e, berdewam dikin.

Di vê çarçoveyê de tîmên girêdayî Rêveberiya Masî û Berhemên Avî û tîmên Fermandeya Cendermeyan li navçeya Bêgirê ya parêzgeha Wanê li taxa Ovapinar ku ev cihekê koça masiyên kefal e, operasyonek encam da.

Di encama operasyonê de 15 ton û 200 kîlo masiyên Kefal ku bi qaçaxî hatibûn nêçîrkirin  ligel keresteyên nêçîrê hatin dîtin.  

Tîmên ewlekariyê û xebatkarên rêveberiya kiştûkal û daristanan masiyên zindî cardin berdan nav avê û 4 kesên ku nêçîr bi qaçaxî kirine jî bi  7 hezar û 416 lîreyan ceza kirin.

Rêveberê Kiştûkal û Daristanan yê parêzgehê  Îbrahim Gorentaş ragihand ku qedexeya nêçîrê dê heya 15ê Tîrmehê berdewam be û got: “Masiyên Kefal û gelek cureyên din di dema xwe ya zêdebûnê de ne, em ji gelê xwe dxwaz dikin ku di vê serdemê de van masiyan nêçîr nekin, nefiroşin û nexwin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst