Li Mêrdînê 3 endam û rêveberên HDPê hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê polîsan bi ser çend malan de girtin 3 endam û rêveberên HDPê hatin desteserkirin.

Li navende parêzgeha Mêrdînê û bajarokê Stewrê hêzên ewlekariyê bi ser çendîn malan de girtin û 3 endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) desteserkirin.

Di operasyona hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê de hevserokê berê yê şaredariya Stewrê Mehmet Aydın Alokmen, rêveberê berê yê Partiya Demokratîka Gelan (HDP) yê  parêzgehê Bedii Yılmaz û  Ayşe Bozan hatin desteserkirin.

Kesên desteserkirî bo navenda ewlekariyê ya parêzgehê hatin veguhastin û sedema desteserkirina wan nehatiye zanîn. Li gor agahiyên hatine belavkirin, eger heye hejmara desteserkirinan zêdetir bibe.

Ji kesên desteserkirî Mehmet Aydın Alokmen dema hevsorokê şarederiya Stewrê bû 1ê Adara 2016ê qeyûm li şûna wî hatibû danîn ji erkê xwe hatibû dûrxistin û girtin.

Piştî salekê hatibû berdan û bi hinceta îfadeyên “şahidê nehênî” hikmê 10 sal û 3 meh û 22 rojan bo wî hatibû dayîn.