WAN - Rêwîtiya masiyên kefalê dest pê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Rêwîtiya dijwar a masiyên kefalê ku li dinyayê bi tenê di Gola Wanê de dijîn û ku di dema xerzdanînê de berevajiyê herikîna avê koçî avên şirîn dikin, dest pê kir.

Masiya Kefalê ku yekane cureyê masî ye ku di Gola Wanê de dijî, di serdema xerzdanînê de koçî avên şêrîn dikin.

Ji bo ku di vê rêwîtiya xwe de masiyê kefalê nebin hedefa masîgirên ku bi qaçaxî nêçîrê dikin, dezgehên eleqedar û hêzên ewlekariyê li dorûberê golê û li devê çeman tedbîran werdigirin.

Li benda masiyan a li Çemê Deliyê yê li navçeya Erdîşê ku hersal bi hezaran kes diçin dîtina rêwiya dijwar a kefalan, îsal ji ber Covid-19ê bêdengî serdest e.

Mamosteyê Fakulteya Berhemên Avê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Dr. Mustafa Akkuş diyar kir ku masiyên kefalê hersal ji bo xerzdanînê koçî çemên ku diherikin golê dikin.

Mustafa Akkuş diyar kir ku di mehên nîsan û tîrmehê de çem tejî masî dibin û wiha dewam pê de çû: “Ev dîmenên xweş hem ji bo domandina masîgiriya li Gola Wanê û hem jî ji bo geşedana geştyariya li herêma me gelekî girîng in.”

Akkuş destnîşan kir ku par di betlaneya Cejna Remezanê de 110 hezar kesan serdana herêma wan kiriye.

Mamosteyê Fakulteya Berhemên Avê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil  herwiha bal kişand ku îsal ji ber Covîd-19ê serdem bêdeng derbas dibe û piştî ku vîrus xilas bibe, dîsa bi hezaran kes ji bo dîtina wê koçê dê herin herêmê.