Wezareta Pêşmerge: Hevpeyman dest bi rahênana Pêşmerge dike

18-05-2019
RÛDAW
Nîşan Hevpeymaniya Navdewletî Pêşmerge Rahênan Perwerde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ragihand ku rahênan Hêzên Pêşmerge ji aliyê Hevpeymaniya Navnetewî ya Dijî DAIŞê ve  dîsa destpê dike.

 

Di civîna rojnamevanî de îro li Hewlêrê Cîgirê Serfermandarê Pêşmerge yê Operasyonan li Wezareta Pêşmege Lîwa Qehreman Şêx Kemal ragihand ku Hevpeymaniya Navnetewî ya Dijî DAIŞê sibe Yekşemê (19.05.2019) dîsa dest bi rahênan û perwerdeya Hêzên Pêşmerge dike.

 

Qehreman Şêx Kemal diyar kir ku biryar ji aliyê Hevpeymaniya Navnetewî ya Dijî DAIŞê ve ji wan re hatiye ragihandin û dê ti guhertinek di perwerdeyê de nebe û wekî berê berdewam bije.

 

Roja çarşembiya derbasbûyî 15ê Gulana 2019an, herdu hikûmetên Holenda û Almanyayê çalakiyên şêwirmendên xwe yên leşkerî li Iraqê û Herêma Kurdistanê dabûn rawestandin.

 

Li Iraqê û Herêma Kurdistanê, 160 şêwirmendên leşkerî û serbazên Almanyayê hene ku perwerdeya leşkerî didin hêzên iraqî û Hêzên Pêşmerge. Ji wê hejmarê, 100 şêwirmendên leşkerî yên Almanyayê li Herêma Kurdistanê hene û rahênanê bi Hêzên Pêşmerge dikin.

 

Herwiha 62 şêwirmendên leşkerî yên Holendayê jî li Iraqê hene, ku 50 kes ji wan li Herêma Kurdistanê ne û rahênanê bi pêşmergeyan dikin. 12 şêwirmendên din jî li Iraqê rahênanê bi hêzên Artêşa Iraqê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst