Kerkûk (Rûdaw) – Berdevkê Fermandariya Operasyonên Artêşa Iraqê Emîd Yehya Resûl nûçeyên derbarê yekîneyeke nû ji bo Kerkûkê hatine şandin de, red kirin û got ne Iraq û ne Amerîka ti hêzeke nû ji bo Kerkûkê neşandiye.
Berdevkê Fermandariya Operasyonên Artêşa Iraqê Emîd Yehya Resûl li ser îdiayên ku hêzeke nû bo Kerkûkê hatiye şandin daxuyanî da Rûdawê û got: “Çi ji aliyê Iraqê ve be çi ji aliyê Amerîkayê ve ti hêzeke nû ji bo Kerkûkê nehatiye şandin.
Emîd Yehya Resûl diyar kir ku hêza ku pêştir li baregeha Keywan 1, ew her li cihê xwe ye û ti guhertin çênebûne.
Derbarê heman mijarê de Fermandeyê Hêzêb Pêşmerge li Eniya Kerkûk-Pirdê Nûrî Heme Elî jî ev zanyarî piştrast kir ku ti hêzek bo Kerkûkê nehatiye şandin.
Nûrî Heme Elî got: “Ti hêzeke nû neçûye di nav Kerkûkê de, lê hêzek ji Kerkûkê ji bo encamdana operasyonê hatiye Pirdê û em ji vê yekê agahdar in.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse