Şeş aliyên nerazî ji hilbijartinan nûner şandin Bexdayê

Hewlêr (Rûdaw) – Şeş aliyên Kurd ên nerazî ji hilbijartinan 12ê Gulanê yên bo parlamentoya Iraqê nerazî nûner şandin Bexdayê.

 

Tevgera Goran, Hevpeymaniya bo Demokrasî û Dadperweriyê, Yekgirtûya Îslamiya Kurdistan, Komela Îslamiya Kurdistan, Tevgera Îslamî û Hizba Şuî hefteya derbasbûyî çend civînên hevbeş bo şîrovekirina encamên hilbijartinan û diyarkirina helwestekê pêk anîn.

 

Wan her şeş aliyan di daxuyaniyekê de diyar kirin ku ew encamên hilbijartinan red dikin û daxwaza dubarekirina hilbijartinan li Herêma Kurdistan û parêzgeha Kerkûk û navçeyên derveyî îdareya herêmê kirin.

 

Aliyên Kurdî yên ku giliyên wan li ser encaman hene dibêjin, eger Komîsyona Bilinda Hilbijartinan a Iraqê bersiva daxwaên wan nede, ewê temamê proseya siyasî li Iraqê boykot bikin.

 

Berdevkê Yegirtûya Îslamî ya Kurdistanê Ebûbekir Heledanî ji Rûdawê re ragihand ku fikra boykotkirina Bexda ji aliyê wan ve hatiye pêşkêşkirin.

 

Herwiha Berdevkê Komela Îslamî Rêbwar Hemed got nûnerên 6 aliyên ne razî li Bexdayê ne û li benda civîna roja şemiyê ya parlamentoya Iraqê ne.