Ji bo Pêşmerge helîkopter tê dabînkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Ji bo veguhastina pêşmergeyên birîndar û gihandina alîkariya lojîstîk, bi projeyeke taybet ji hêzên Pêşmerge re helîkopter tê dabînkirin.

 

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ji Rûdawê re ragihand, di derbarê hêzên Pêşmerge de yek ji mijara sereke ya projeya taybet a bi serperiştiya Amerîka, Brîtanya û Almanyayê ew e ku ji bo veguhastina pêşmergeyên birîndar û gihandina alîkariya lojîstîk, ji hêzên Pêşmerge re helîkopter were dabînkirin.

 

Cebar Yawer diyar kir: “Herêma Kurdistanê ber bi serxwebûnê ve gavan diavêje û ji ber vê bihêzkirina Wezareta Pêşmerge pêwîst e.”

 

Hefteya borî ji aliyê Amerîka, Brîtanya û Almanyayê tîmeke berevaniyê ya hevbeş, reşnivîsa planên xwe dane Herêma Kurdistanê ku bi wê planê armanc ew e ku hêzên Pêşmerge bihêztir û profesyonel bibin.

 

Cebar Yawer aşkere kir, ku di wê planê de 35 xal hene û cîbicîkirina wê planê ji 5 heta 10 salan dê berdewam be.

 

Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê di civîna xwe ya herî dawî ya roja yekşema 14ê Gulana 2017an de, li ser wê planê rizamendî nîşan da û Wezîrê Pêşmerge di civînekê de ragihand: “Projeya yekkirina Pêşmerge li ser pêkanîna hêzeke hevdem û nûjen, ji bo Wezareta Pêşmerge stratejiyeke gelek giring dabîn dike.”

 

Berpirsê Buroya Pêwendiyên Derve û Hevahengiyê ya Wezareta Pêşmerge Hejar Îsmaîl ragihand, plan ji 35 xalan pêk tê û piştî qebûlkirina Serokê Herêma Kurdistanê, rasterast dê were cîbicîkirin.