Çavê bazirganên Bakurê Kurdistanê li hilbijartinên Îranê ye

18-05-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Bakurê Kurdistanê Bazirgan Wan Urmiye Îran Hilbijartin
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Bazirganên li Wanê jî hilbijartinên li Îranê ji nêz ve dişopînin. Ew dibêjin di navbera Wan û bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de salane buhayê 100 milyon dolar hinarde pêk tê û ger piştî hilbijartinan rêveberiyeke baş pêk bê, ew dê bikaribin hinardeya xwe bo bajarên Îranê qat bi qat zêdetir bikin.

 

Bajarê Wanê ku li Herêma Serhedê ya Bakurê Kurdistanê navenda bazirganiyê ye, hilbijartinên li Îranê ji nêzîk ve dişopîne.

 

Nexasime jî çavên bazirganan li ser hilbijartinan e. Li gorî rêveberên bazirganên Wanê salane 100 milyon dolar hinarde ji Îranê re dikin û ew dixwazin piştî hilbijartinan ev rêje qat bi qat zêdetir bibe.

 

Ji ber vê yekê jî bazirganên Bakurê Kurdistanê daxwaz ji rêveberiya nû ya Îranê dikin ku piştî serkevtina hilbijartinan, astengiyên bazirganî yên li ser sînor ji holê rakin.

 

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê (VAN TSO) Nejdet Takva li ser vê mijarê ji Rûdawê re ragihand: “Em dixwazin hilbijartina Îranê bazirganiya navneteweyî de tiştekî baş bi xwe re bîne. Para zêde ya bazirganiyê bi Urmiyê re pêk tê. Baweriya min ew e ku eger di pêşerojê de em astengiyên li sînor ji holê rakin dê bazirganiya me ne tenê li ser Urmiyê pêk bê.  Em dê bi Selmas, Xoy, Mako û Tebrîzê re jî  bazirganiyeke baş bikin.”

 

Îrfan Yilmaz jî yek ji hilberînerê mobîlyayê ye. Ji ber şert û mercên gumrikê heta niha ji bo Îranê mal neşandiye. Lê dixwaze piştî hilbijartinê polîtîkayeke baş a bazirganiyê li Îranê pêk bê û ew jî hinardeya xwe bo Îranê bike.

 

Hilberînerê mobîlyayê Îrfan Yilmaz jî ji Rûdawê re axivî û diyar kir: “Hêvîdarim ji bo Îranê rêveberiyeke baş pêk bê. Hem ji bo xelkê Îranê di hêla demokrasî û mafên mirovan de baş be û hem jî têkiliya xwe ya bazirganiyê bi Tirkiye û Wanê re baş bike.”

Denîz Kaplan jî yek ji hilberînerê betonê ye û prefabrîkan çêdike. Ew dibêje heta niha hinardeya di navbera Wanê, bajarên Rojhilat û Îranê de negihiştiye asteke baş.

 

Denîz Kaplan wiha axivî: “Em hez dikin di her milî de, ji zexîreyê heta betonê, karên înşeatê û elektronîk de bazirganiya me gelek zêde bibe. Ji ber vê yekê hilbijartinên li Îranê ji bo Tirkiyeyê gelek girîng e.”

 

Di van 3 salên dawiyê de di hinardeya Wan û bajarên Rojhilat de ji hinarde ji sedî 20 zêde bû. Lê bazirganên Wanê qîma xwe bi vê zêdebûnê naynin û ew dibêjin derfet heye ku hinarde gelek baştir bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst