Galeriya wêneyan

18-05-2017
11 Photos
RÛDAW

Merîwan – Propagandayên hilbijartina encumenên bajar û gundan li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bi germî birêve diçin.

 

Îsal tevî birêveçûna hilbijartina serokatiya Îranê, hilbijartina encumenên bajar û gundan jî tê lidarxistin. Propagandayên ji bo wan hilbijartinan bi germî berdewam bû, lê dema yasayî ya propagandayan şeva çarşembiyê saet 00:00 bi dawî bû.

 

Li parêzgeh û bajarên Rojhilatê Kurdistanê jî hejmareke zêde ya xelkê, çi jin û çi mêr ji bo encumenan bûne berbijêr û gelek ji wan bi cilûbergên netewî yên kurdî wêneyên xwe li ser bîlbor û avahiyan bilind kirine.

 

Biryar e sibe înê 19ê Gulana 2017ê hilbijartinên serokatiyê û encumenên bajar û gundan li seranserî Îranê birêve biçe.