AMED - Mexdurên girtîgehê xwest ku girtîgeh bibe muzexane

 

Amed (Rûdaw) - Li Bakûrê Kurdistanê li Amedê li ber Girtîgeha Tîpa E ji aliyê Komeleya 78an ve ku ji mexdurên Girtîgeha Amedê ya dewrê Kenan Evren pêk tê ve daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayîn.

Daxuyanî ji aliyê Serokê Komeleya 78an Celalettîn Can ve hate xwendin û ji hikûmeta tirkiyê hate xwestin ku Girtîgeha Tîp a E êdî bibe muzexane da ku bûyerên li wir de hatine jiyandin neyên ji bîr kirin.

Her wiha piştî daxuyaniyê ji aliyê mexdûr û nasên mexdûran ve qernefîl li hewşa gişrtîgehê hatin avêtin.

Parlementerê HDPê Altan Tan jî  bang li Serokkomarê Trikiyeyê Recep Tayyip Erdogan kir ku êdî bangawan bibihîse û berçav bigire.

Di daxuyaniyê de  Ferhat Kurtay, Eşref Anyık, Necmi Oner û Mahmut Zengîn ku 18ê Gulan a 1984ê li Girtîgeha Amedê  de  bedena xwe şewitandin û jiyana xwe ji dest dan jî hatin bi bîranîn.