3 kesên li zêran digeriyan di şikeftekê de fetisîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Bursayê di şikeftekê de 3 kes bi mirî hatin dîtin ku li pey zêran digeriyan.

Li navçeya Îznîkê ya Bursayê 3 defînegerên ku bi awayekî qaçax şikeft dikolan mirî hatin dîtin.

Li gorî zanyariyan defînegerên bi navê Teyfîk Ozdemîr(68), Okan Ozdemîr (42) û Îbrahîm Ergun (38), ji ber gaza jeneretora ku daxistine hindirê şikeftê, bi jehrê ketin. 

Herwiha hat zanîn ku Teyfîk Ozdemîr bavê Okan Ozdemîr e.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, AFAD û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê her 3 kes ji bo kar û barên otopsiyê birin nexweşxaneyê.