Li Amedê hefteya geştyariyê dest pê kir: Armanc 2 milyon geştyar in

18-04-2024
RÛDAW
Nîşan Amed Geştyar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê 48emîn Hefteya Geştyariyê dest pê kir.

Di bernameya vekirinê de Parêzgarê Amedê ragihand ku par milyonek û 253 hezar geştyar çûne Amedê û armanca wan ew e ku îsal hejmarê bigihînin 2 milyonan.

Doh li Navenda Çandê ya Cahît Sitki Taranciyê ya li navçeya Yenîşehîra Amedê, bernameya vekirina 48emîn Hefteya Geştyariyê hat ragihandin.

Di bernameyê de Parêzgarê Amedê Alî Îhsan Su ragihand ku sala 2023yan milyonek û 253 hezar geştyar çûn Amedê û ew hêvî dikin ku sala 2024an 2 milyon geştyar biçin wî bajarî.

Ji bo parastina Sûrên Amedê jî Alî Îhsan Su da zanîn ku 98 birc û dîwarên sûran hene ku heta niha 33 birc hatine nûjenkirin.

Karê nûjenkirina 33 bircan jî berdewam e, herwiha projeya 32 bircan jî amade ye.

Di derbarê amarên geştyaran de Alî Îhsan Su da zanîn ku di rojên Cejna Remezanê de 400 hezar kesî berê xwe daye Amedê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst