Duran Kalkan çend pêşniyar li CHPyê kirin: Dikare rolekê bilîze

18-04-2024
RÛDAW
Nîşan Duran Kalkan PKK CHP Hilbijartinên Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Komîteya Rêveber a PKKyê Duran Kalkan çend pêşniyar li CHPyê kirin.

Duran Kalkan got, “Eger CHP bikare xwe nû û demokratîk bike bi rastî jî dikare ji nû ve rolekê bilîze.”

Endamê Konseya Rêveber a PKKyê Duran Kalkan beşdarî bernameya televîzyoneke nêzîkî PKKyê bû û encamên hilbijartinên 31ê Adarê nirxandin.

Di hilbijartinan de Partiya Gel a Komarî (CHP) bi rêjeya derdora ji sedî 38ê dengan bû partiya yekem.

“CHPyê rewşeke nû derxist holê”

Kalkan amaje bi wê yekê kir ku CHP bi serokatiya Ozgur Ozel di hilbijartinan de bi ser ket û got:

“CHP piştî têkçûna Kiliçdaroglu, di bin serokatiya Ozgur Ozel de ket hilbijartinan û rewşeke nû derxist holê.

Bû partiya yekem û berpirsyarî girt ser xwe. 50 sal berê Ecevît (Bulent Ecevît) jî tevgereke wiha kir.

Lê ji aliyê îdeolojîk ve jî nikaribû nûbûnekê biafirîne, ji ber ku nikarî li ser zîhniyet û polîtîkaya bi navê îdeolojiya fermî ya ku di esasê xwe de tê wateya qirkirina çandî û di dijminatiya Kurdan de cih digire, bi ser bikeve.”

“Guhertina zîhniyet û siyasetê pêwîst e”

Kalkan li ser derfet û şansê ketiye di destê CHPyê de jî wiha got:

“Em nizanin ka rêveberiya Ozgur Ozel bi rastî dikare vê rewşê derbas bike yan na.

Lê mirov dixwaze bi ser bikeve. Gelo ew dikare wê zîhniyet û siyasetê derbas bike?

Damezrandina komarê heye lê ev ne komareke demokratîk bû.

Ji ber vê yekê di rastiyê de komar tunebû. Her tim jê re rêveberiya wesayetê dihat gotin. Ew bi xwe dibêjin, me negot.

Di rastiya xwe de nikaribû bibe komar. Gelo niha komar çêdibe? Ji bo ku bibe komar, guhertina zîhniyet û siyasetê pêwîst e.”

“Hewl didin Kurdan wekî dijî komarê bidin nîşandan”

Bi gotina Kalkan di rêveberiya CHPyê de hinek li ser navê partiyê dîrokê berovajî dikin û rastiyê nabêjin.

Derbarê vê yekê jî Kalkan wiha got:

“Hewl didin Kurdan wekî dijî komarê bidin nîşandan. Hewl didin vê yekê wekî dijberê îradeya Komarê nîşan bidin.

Dixwazin dij-Kurd, komkujî û qirkirinên ku 100 sal in li ser Kurdan dimeşînin bispêrin vê bingehê. Ev ne rast e, xelet e, derew e.

Werin em dîsa ji nêz ve li rastiyên dîrokê binêrin. Kurdan li dijî dagirkeriya Îngilîz û Fransayê şer kir.

Wan ev erd parast. Yên ku herî zêde piştgirî da şerê li dijî dagirkeriya Yûnanistanê, Kurd bûn.

Hin kesên bi şovenîzma Tirkan tijî bûn, got ku dema dagirkeriya Yunanan nêzî Eskîşehîrê bû, bila Enqereyê biterikînin û birevin Erziromê, nûnerên Kurdan jî got ku dê gavek jî paşde neyê avêtin, Enqere wisa parastin.

Kî dikare vê înkar bike? Em hemû jî vê yekê baş dizanin.

Di avakirina Komarê de Kurdan keda herî mezin da. Ji ber vê yekê nêrînên Kurd li dijî îradeya damezrandina komarê ne, xelet û derew in.

Komarê Kurd neparastin. Komarê nikarî bibe komar û nikarî helwesteke demokratîk bi pêş bixe.”

“Dê otonomî bida Kurdan”

Kalkan eşkere kir ku damezrînerên Tirkiyeyê dê otonomî bida Kurdan û her soz di vî warî de dabûn û wiha domand:

“Her cure soz dan û xistin nav Destûra Bingehîn lê piştre hemû guhertin.

Niha di Destûra Bingehîn a dawî de xaleke wiha bi cih kiriye ku ji bo înkarkirina Kurdan rastiya Tirkan jî tê înkarkirin.”

“CHP dikare rolekê bilîze”

Di berdewamiya axaftinên xwe de Kalkan çend pêşniyar li CHPyê kirin û got:

“Bi rastî em dixwazin aştiyê, hin rêgezên demokratîk bibînin.

Eger ev yek were dîtin helbet dê piştgiriyê jî bibîne lê di vê mijarê de ne hewce ye ku bêhtir bimeşin.

Ka em bibin hikûmet, ji me re dem lazim e. Tiştekî wisa nîne. Niha hêz çêbûye. Divê helwesteke berbiçav were girtin.

Eger wisa be, dema ku CHP bikaribe xwe nû û demokratîk bike, bi rastî dikare dîsa rolekê bilîze.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst