Samî Etrûşî: Budceya hin saziyan bê plan hatiye zêdekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê gera berê ya Parlementoya Iraqê, Dr. Samî Etrûşî derbarê projeyasaya budceya Iraqê de ragihand, niha ku projeyasaya budceyê li perlementoyê ye û xwendina duyem bo hatiye kirin, parlamento nikare destkariyê di budceyê de bike, tenê hikûmet dikare guhertinan têde bike. 

Samî Etrûşî got ku yek ji pirsgirêkên di budceyê de heye diyarkirina buhayê her bermîleke petrolê ye bi 70 dolaran, ji ber ku ew budce bo sê salan e û ne diyar e ka di nava wan 3 salan de dê guhertin bi ser buhayê petrolê de bê yan na. 

Etrûşî ku mêvanê bultena 13:00an a televîzyona Tora Medyayî ya Rûdawê bû, got komîteya darayî ya parlementoyê tenê dikare pêşniyara zêdekirina budceyê bide Encûmena Wezîran.

Endamê gera berê ya Parlementoya Iraqê dibêje, pêwîste lêkolîneke hûr li ser naveroka budceyê bê kirin weke mînak %92 fermanberên Heşda Şeibî zêde bûne û divê lêkolîn li ser bê kirin ka çima di nava du salan de ewqas damezirandin kiriye. 

Dr. Samî Etrûşî dibêje, çi guhertinek di mijara kurtanînê de nayê kirin lê di nava mehekê de eger çi nakokiyên siyasî dernekevin dê budce were pejirandin.

Hikûmeta Iraqê projeyasaya budceyê bo salên 2023-2024 û 2025ê daye parlamentoya Iraqê ku 199.22 Tiriliyon dînar e, heta niha du civînên parlamentoyê li ser budceyê çêbûne. 

Pişka Herêma Kurdistanê %12.67e u bi derxistina xerciyên ku jê re dibêjin siyade û bo rêvebirina dewleta Iraqê tên kêmkirin, 16.6 Tiriliyon dînaran divê bide Herêma Kurdistanê.