HAK-PAR bi dirûşma ‘Komara Federal’ tevlî hilbijartinan dibe

Amed (Rûdaw) - Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) piştî hilbijartina Mijdara 2015an cara yekemîn e tevli hilbijartinan dibe. Heta niha 4 partî û rêxistinên Kurdî piştgiriya xwe ya ji bo HAKPARê eşkere kirine. Li gorî HAKPARiyan ew dê di vê hilbijartinê de bi sedan hezar deng werbigrin û di nava Kurdan de bibin alternatîfek.

HAK-PAR ku ji sala 2015an ve cara yekemîn e mafê hilbijartinê bi dest dixe, di 14ê Gulanê de bi piştgiriya 4 partî û rêxistinên Kurdî tevlî hilbijartinan dibe. Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Hereketa Azadiyê, TEVGER û Partiya Demokrat a Kurd  piştgiriya xwe ji bo HAK-PARê eşkere kirin.

Endamê Meclisa HAK-PARê Henîfî Eren dibêje: “Em dixwazin ku ji niha û şûnde jî hem di hilbijartinê de ev bibe bingeh û hem jî piştî hilbijartinê jî em bi van rêxistinên hanê û bi rêxistinên din jî bi hev re hevkariyeke baş bikin û hevkariyeke dûr û dirêj çêkin.”

HAK-PAR di wê baweriyê de ye ku dê di vê hilbijartinê de bi sedan hezar deng werbigre. Hereketa Azadiyê jî dibêje ger partî û rêxistinên ku tevlî hevpeymaniya HAK-PARê bûne baş bixebitin ew dê bikaribin rêjeyeke baş a dengan ji Kurdan bistînin.

Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadiyê Metîn Pîranî jî got: “Çend partiyên din jî bi awayeke nivîskî piştgiriya xwe dane. Lê ez dixwazim bang li wan bikim ne tenê bi nivîskî gerek li qadê bin û di sehayê de weke endam û rêveberên HAK-PAR'ê di hilbijartinê de bixebitin.”

Partiya Maf û Azadiyan HAK-PAR bi dirûşma "Komara Federal" tevli hilbijartinan dibe û daxwaza federasyonê dike.